Li ber çavê dinyayê trajediyeke mezin 2021-01-19 09:11:55 EFRÎN – Li Efrînê ku 3 sal berê bi tevkariyê hêzên global bi destê Tirkiyeyê hat dagirkirin, li ber çavê dinyayê trajediyeke mezin diqewime. Li bajêr ligel revandin, kuştina mirovan, tecawizkirina jinan û guherandina demografiyê, di warê aborî û çandî de jî talanek mezin heye.  Tirkiye di 20'ê Çileya 2018'an de bi tevkariya hêzên global êrîş biribûn ser Efrînê û ew dagir kiribû. Beriya dagirkirinê nifûsa bajêr di ser 500 hezarî re bû û yek ji wan bajaran bû ku şoreşa Rojavayê lê şax vedabû.    Piştî ku DYA û Rûsyayê rê li ber Tirkiyeyê vekiribûn, Tirkiyeyê jî bi amûrên bêmirov ên biçek, bi taqn û topan dest bi êdrîşên xwe kiribûn. Di dema van êrîşan de li refên pêş komên selefî hatibûn bicihkirin. Li dû vana jî yekîneyên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) cih girtibûn û bi vî awayî ketibûn herêmê. Lê belê YPG/YPJ û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî li ber van êrîşan 58 rojan şer kiribû. Piştî vî şerê dijwar navenda Efrînê, 7 navçeyên wê û 365 gundên wê ketin destê Tirkiyeyê û komên girêdayî wê.    Piştî Efrînê, Tirkiyeyê berê xwe dabû Serêkaniyê û Girê Spî û ev der jî dagir kiribûn.    JI BO SÛRIYEYÊ MODEL BÛ    Gava li Sûriyeyê rêveberiya xweser hatibû avakirin, Efrîn bajarê herî ewle û biîstikrar bû. Lewma di şikilgirtina Sûriyeyê de wekî model dihat dîtin. Lê belê Tirkiyeyê, ev yek ji xwe re weke xetere dît û tevî hêzên paramîlîter ket herêmê. Ev yek awayê şerê li Sûriyeyê jî guherand.    BI 10 HEZAR ESKER Û 50 KOMÊN SELEFÎ ÊRÎŞ BIR SER EFRÎNÊ    TSK, tevî 10 hezar eskerên xwe û nêzî 50 komên di nav OSO'yê de cig digirin Efrînê dagir kir.    Ev kom, piştî dagirkirinê deverên Efrînê li hev payê kirin. Li taxa herî mezin a bajêr Taxa Eşrefiyeyê Tûgaya Sûltan Mûrat û Cephet Şamiye; li Taxa Zêdiyê Tûgaya Sûlatn Mûrat; li Taxa Mehmûdiyê Tumena Hamza; Li Taxa Efrîna Berê Cephet Şamiye û Tûgaya Sûltan Mûrat; Li Taxa Efrîna Nû Ehrar El Şerqiye; Li Taxa Tirindê Ehrar El Şam; li gundên girêdayî navenda Efrînê Tumena Hamza hatin bicihkirin. Li navçeya Cindirêsê Ehrar El Şerqiye û Tumena Hamza; li Şiyê Tûgaya Sultan Suleyman Şah; li Mabetayê Cephet El Şamiye; li Şerayê Tûgaya Tûgaya Sûltan Mûrat; li Bilbilê Tûgaya Sûltan Mûrat û Tumena Hamza; li Recoyê Feylek El Şam û Ehrar El ŞErqiye û li Şêrewayê jî Feylek El Şam û Tumena Hamza hatin bicihkirin.    JI BI FIDYEYÊ MIROVAN REVANDIN    Li gor agahiyên hatine parvekirin di êrîşên dagirkirinê de 613 kes jiyana xwe ji dest dane. Ji van kesan 498 jê di dema bombeberankirinê de û 82 kes jî piştî dîl hatine girtin bi îşkenceyê hatine kuştin. Di êrîşan de 303 jê zarok û 213 jê jin, 730 kes jî birîndar bûne.    Di 3 salên borî de li Efrînê zêdetirî 7 hezar kes hatine revandin. Ev mirov ji bo fîdyeyê hatine revandin û aqûbeta piraniya wan nayê zanîn. Hema bibêje ev yek veguheriye tiştekî bazirganiyê. Ji mirovên hatine revandin zêdetirî hezarî jê jin in. Heya niha 75 jin hatine kuştin, 69 jê tecawizî wan hatiye kirin û aqûbeta bi sedan jinî jî nayê zanîn. Hema bibêje bûyerên bi vî rengî her roj diqewimin.    SÛCÊ LI HEMBERÎ MIROVAHIYÊ DI RAPORAN DE    Ev îşkence, revandina mirovan, talankirin, kuştin û qirkirina jinan di raporên Neteweyên Yekbûyî, Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) û Navenda Mafên Sivîl a Ceaserifeyê de jî cih girtine    GUHERANDINA DEMOGRAFIYÊ    Piştî dagirkirinê ji bo demografiya Efrînê bê guherandin, derbarê kurdan de çi hebe ji holê tê rakirin. Piştî ku bajêr ket destê Tirkiyeyê û komên girêdayî wê, zêdetirî 300 hezar Efrînê ji mecbûrî terka warê xwe kirin. 400 hezar kesên ji Îdlîb, Hama, Hûmûs, Gûta, Lazkiye û Helebê anîn li şûna Efrîniyan hatin bicihkirin. Di nav vana de 500 malbatên filîstînî jî hene ku wan ji Şamê anîne.    Niha tê gotin, li Efrînê rêjeya nifûsa kurdan ji sedî 23 ye. Nexasim jî li navçeya Şera û Bilbilê bi destên komên selefî kurd tên koçberkirin û malbatên van koman tên bicihkirin.    ZIMANÊ TIRKÎ TÊ FERZKIRIN    Her wiha li tevahiya dibistanan jî zimanê tirkî hatiye ferzkirin. Tevê navên gund û taxan, navê kolan, kuçe û meydanan jî hatine guherandin û navê tirkî li wan hatiye kirin. Navê Qada Azadiyê kirine ‘Atatürk Meydanı’, navê Xaçerêya Newrozê kirin ‘Selahattin Kavşağı’, navê Qada Kawayê Hesinkar kirin ‘Zeytin Dalı Meydanı’, navê gundê Qestel Miqdatê kirine ‘Selçuk Obası’, navê gundê Kûtana kirine ‘Zafer Obası’ û navê gundê Kurzêlê kirine ‘Cafer Obası’.    Her wiha li her derî jî posterên Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan hatine daliqandin.    TALANKRINA BERHEMÊN ÇANDΠ   Li Efrînê deverên dîrokî jî hedef hatin girtin. Yek ji wan jî Perestgeha Endarê ye. Di dema şer de perestgeh hatibû bombebarankirin û talankirin. Her wiha berhemên dîrokî yên li Keleha Nebî Hûrî jî hatin talankirin. Paşê di bin navê restorasyonê de kelehê kirin mizgef. Şikefta Duderî û Perestgeha Marmaronê ku her du jî di nav lîsteya UNESCO'yê de ne, hatine talankirin.    TALANKIRINA ABORΠ   Li Efrînê nêzî 20 milyon darên zeytûnan hebûn. Tirkiye û komên selefî çav berdan van zeytûnan û dest danîn ser zeytûnên hatin berhevkirin û rûnê wan. Zeytûnên hatin berhevkirin şandin Tirkiyeyê û ji wir jî firotin Spanya, DYA û Almanyayê.    Tê gotin heya niha 314 hezar û 400 heb darên zeytûnan hatine birîn û 11 hezar hektar zevî jî hatiye şewitandin.    MA / Nazim Daştan