‘Heke dengê girtiyan û derve bigihîje hev wê tecrîd rabe’ 2021-01-19 09:11:20   ÊLIH – Hevserokê HDP’a Êlihê Omer Kulpu diyar kir ku divê raya giştî hin bêtir hestiyar nêzî çalakiya greva birçîbûnê bibe û got: “Dengê girtiyan û dengê derve bibe yek wê demê ev zilm dê biqede. Tecrîd wê ji holê rabe.”    Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji 27’ê Mijdara 2020’an ve dane destpêkirin bi koma 11’emîn di roja 54’an de didome. Piştevaniya ji bo girtiyan jî mezin dibe û peyamên dilsoziya ji bo girtiyan tên belavkirin. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Êlihê Omer Kulpu destnîşan kir ku li gel rapora CPT’iyê derbarê rewşa Ocalan de eşkere kiriye jî lê heta niha tu gavek şênber ji bo başkirina mercên Ocalan nehatiye avêtin.    ‘DIVÊ DENGÊ GIRTIYAN WERE BIHÎSTIN’    Kulpu anî ziman ku di raporê de hatiye destnîşankirin ku tecrîda li ser Ocalan hatiye girankirin û wiha got: “Ji bo rakirina vê tecrîda girankirî li 107 girtîgehan nêzî du mehan e greva birçîbûnê didome. Divê dengê greva birçîbûnê ya li dijî îşkence, zilm û zextan were bihîstin. Heke dengê girtiyan û deng ango hêrsa li derva bigihîje hev û bibe yek wê demê ev zilm jî dê biqede. Tecrîd jî wê ji holê rabe.”   ‘ZEXT ZÊDETIR BÛNE’    Kulpu anî ziman ku li ser çalakgerên greva birçîbûnê zextên giran hene û got: “Jixwe zext li girtîgehan hebû, bi destpêkirina greva birçîbûnê re jî zext hin bêtir zêde bûn. Girtî niha bi zextên giran re rûbirû mane. Mafên civakî, xwarin, av û ragihandin her tim tê binpêkirin. Di grevên birçîbûnê yên beriya niha de jî rewşek wiha li pêş ket. Lê belê her tim girtî bi ser ketin.”   ‘BI TECRÎDÊ SÛC DIKIN’    Kulpu bal kişand ser tecrîdê û wiha got: “Cihê vê tecrîda girankirî di demokrasî de nîne û dixwazin rêya siyasetê bigirin. Hikumeta ku tehamula wê ji bo demokrasiyê nîne hem tecrîdê didomîne hem jî li ser girtiyan zextan zêde dike. Yên tecrîdê disepînin sûcek navnetewî dikin. Pêwîste raya giştî li hember greva birçîbûnê hestiyar tevbigere.”