Parazvanên li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jiyanê diparêzin 2021-01-19 09:10:45 AMED - Dayikên Aştiyê yên ji bo ku tu dayikên din weke wan êşa zarokên xwe nekişînin têkoşîna xwe didomînin û hewara xwe ya “Bila girtin, binçavkirin û mirin çênebin. Êdî Bes e. Tenê em aştiyê dixwazin” dewam dikin. Raya giştî, cara ewil dema xwestin qîrîniya zarokên xwe yên li Girtîgeha Amedê, di 12'ê Îlona 1982'yan dihat îşkencekirin, bidin bihîstin ew nas kirin. Pişt re bi israra girtina hestiyên zarokên xwe yên ji ber pirsgirêka gelê kurd jiyana xwe ji dest da bûn, ketin rojevê. Di dema vê israrê de hatin copkirin, binçavkirin û girtin. Hinek ji wan hêj hestiyên zarokê xwe negirtin, di girtîgehê de, hinekan jî nikarîn barê giran ê jiyanê zêdetir rake û jiyana xwe ji dest dan.   Qerîna ku li pêş Girtîgeha Amedê dest pê kir, di sala 1996’an de bi avakirina Înîsiyatîfa Dayikên Aşitiyê bi goşt û hestî bû. Ew dengê ku wê demê dest pê kir û di roja me de, di guh û mejiyê me de olan dide berdewam dike û di “pêvajoya çareseriyê” de bersiv girt û bi dayikên eskeran re hevdîtin kirin û xwestin êşên xwe hevpar bikin. Lê piştî pêvajo hat qedandin, dayikên eskeran bêdeng bûn, lê Dayikên Aştiyê ragihandina qêrînên xwe yên ji guhên ker re domandin. Her ku dengê çek û teqînan li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û Heremên Parastina Medyayê yên Herema Federal a Kurdistanê bilind dibûn hejmara dayikan jî zêde dibûn.   LAÇIK SPIYÊN RAYA GIŞTÎ   Herî dawî ji bo zarokên xwe yên di sala 2018’an de ku li dijî  tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan ketin greva birçîbûnê, li pêş girtîgehan hatin copkirin û ber bi wijdanê rayagiştî ketin. Hêj salek û nîv di ser çalakiyan de derbasnebûn zarok û xizmên wan ên di girtîgehan de careke din li dijî tecrîdê ketin çalakiya greva birçîbûnê û niha jî bi vê yekê di rojevê de ne.   HESRET Û ZILM   Nazmiye Yurek a 60 salî ku şahidiniya sirgun, serdegirtinên malan û şewitandina gundan kiriye, yek ji wan e ku bi salane tirsa girtîgehan re rûbirû dimîne. Ji kurên Yurekê Kenan 22 sal û Ertan jî 9 sal in di girtîgehê de ye. Yurek a piştî şewitandina gundê wan ê girêdayî navçeya Licê ya Amedê bi malbata xwe re mecbûr dimînin ku koçî navenda Amedê bikin wiha got: “Em bi zilma dewletê re rûbirû man û hemû xanî şewitandin. Em jî mecbûr man ku koçî navendê bikin. Careke din jî em neçûn gund. Ne yek ne du çend xizmên min bi vê zilmê re rûbirû man, êdî nikarim di hişê xwe de bigirim.”   Yurek, ku piştî kurên wê sewqî girtîgehên Tirkiyeyê yên cuda tên kirin bajar bi bajar digere, hem ji ber nexweşiya xwe ya fitika stû hem jî ji ber pandemiyê mecbûr ma navber bide seredanên xwe. Yurek, diyar kir ku piştî kurê 7 salan li derve ma hat girtin û wiha axivî: “Dema hatin ku lawê min bigirin keça min jî girtin. Her carê heman zext û tundî li me dihat kirin. Pişt re 37 sal cezayê girtîgehê dan kurê min. Ewil li Amedê bû, pişt re sirgunî Sêrt, Kirikkale û çend cihên din kirin. Niha jî di Girtîgeha Kandirayê de ye. Li wir qeyrana dil derbas kir. 22 sal in di girtîgehê de ye û nexweşiyên wî hene. Di rojê de du heban vedixwe, heke ne vexwe piştxuz dibe. Mafên mirovan ên ku di qada navnetewî de hatine qebûlkirin hene. Çima bernadin?”   JIYANEKE DI RÊKÊN SIRGUNÊ DE    Yurek, da zanîn ku piştî salan kurê wê yê din jî hat girtin û wiha berdewam kir: “Ew jî gelek caran hat sirgun kirin niha li Kayseriyê ye. Kurê min ê herî biçûk jî hat girtin. Ew jî 6 sala di girtîgehê de ma. Me ewqas zilm dît ku salekê jî vebêjim xelas nabe. 7 caran deriyê me şikandin. Ez bûm şahidê ketina girtîgehê ya 6 kesan. Tu sedem jî li holê tune bûn. Serokkomar ji gelê kurd çi dixwaze? Heta ku em sax bin em ê di nav têkoşînê de cih bigirin. Em dixwazin ku welatê me ji vê zilmê xelas bibe.”   NE ALIYÊ MIRINÊ ALIYÊ AŞITIYÊ   Yek ji wan kesên ku ji gundên Licê mecbûr man koç bikin jî Rahîme Çelîk a 55 salî ye. Çelîk, diyar kir ku ji ber gilîkirinê gelek caran eskeran di ser mala wan de girtine û wiha got: “Gelek caran eskeran tundî jî li me dikir. Jiyaneke gelek zor û zehmet bû. Zarokên min biçûk bûn her tim di ser malê de digiritin û bavê wan dibirin.” Çelîk, da zanîn ku zarokekî xwe li şerê dijî DAÎŞ’ê yê li Kobanê de winda kiriye û got ku her tim gora zarokê xwe ziyaret dike. Çelîk, destnîşan kir ku wê dest ji têkoşînê bernedin û wiha axivî: “Dilê me wisa diêşe ku her kêliyê zarokên xwe hîs dikin. Xwedê kir ku me cenazeyên xwe girtin. Wê demê didan. Hinek dayik dema me dibînin xemginiya xwe tînin ziman ji ber ku goreke zarokên wan jî nînin. Êdî dayik çi bêjin; gorekê jî ji wan re gelek dibînin. Em ji xeynî aştiyê tiştekî din naxwazin. Em ne alîgirê mirinê ne.”   YÊN KU DIMIRIN DEMA KURD BIN…   Gulistan Erek a 63 salî jî 23 salên xwe dane têkoşîna aştiyê. Erek, diyar kir ku li gel êş û zilmê jî bi israra xwe ya aştiyê venebûne û da zanîn ku lawê wê ku ji bo xebatê çûbû Kirikkaleyê di êrîşeke nijadperest de jiyana xwe ji dest da. Erek, destnîşan kir ku ji ber kurê wê kurd bû hat kuştin û wiha got: “Kujerê wî hat girtin lê cezayekî kêm danê, ji ber ku  kurd bû. Zarokên me an ji aliyê hêzên ewlehiyê ve an jî ji êrîşên nijadperest ên li Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest didin. Her tim ser malên me de digirin û dibêjin hûn ‘terorîst in’. Em ne terorîst in.”   ÊDÎ BES E   Erek, da zanîn ku ji ber protestokirina qeyûmê di 19’ê Tebaxa 2019’an de tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin, bi serdegirtina malê hat binçavkirin û wiha axivî: “Polîs ji min re dibêje ‘temenê te derbasbûye, çi karê te heye’. Ez tiştekî nebaş nakim. Em dibêjin êdî bes e bila girtin, binçavkirin û mirin çênebin. Em tenê aştiyê dixwazin.”    MA / Eylem Akdag