Ji bo rakirina tecrîdê banga têkoşîna hevpar kir 2021-01-19 09:09:57   RIHA - Hevjîna Mûstafa Amûtgan ê li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê dimîne Remziye Amûtgan, bal kişand ser çalakiya greva birçûbûnê ya li dijî tecrîdê û got: “Em jî mîna girtiyan mil bidin milê hev û li ber xwe bidin.”    Çalakiya greva birçîbûna ya girtiyên siyasî li dijî tecrîdakirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêdebûne, dan dest pê kirin di roja 54’emîn de dewam dike.    Li girtîgehên Rihayê û Tîpa T a Sîwerekê jî girtî bi komên ji 4 kesan pêk tên tevlî çalakiyê dibin. Hevjîna Mûstafa Amûtgan ê li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê dimîne û 28 salin girtiye Remziye Amûtgan, bal kişand ser armanca çalakiya girtiyan û wiha axivî: “Girtiyan ji bo rakirina tecrîdê û bi dawî anîna binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêdebûne, dest bi vê çalakiyê kirin.”    Amûtgan, di heman demê bang li malbatên li pêş avahiya HDP’ê ya Amedê rûniştine jî, kir û wiha got: “Bi vê rewşê dixwazin gelê Kurd ji hev cuda bikin. Malbatên li Amedê rûniştine dibêjin ‘zarokên me şandine çiyê.’ Gelo kî zarokên we şandine? Zarokên we bi xwe daxwaza xwe çûne. Heyf û mixabina we ye. Dixwazin gelê Kurd ji hev cuda bikin. Werin em mil bibin milê hev. Em bibin yek û bila ev tecrîd û grevên birçîbûnê bi dawî bibin. Werin em bi hev re ji zilma li ser Kurdan re bêjin êdî bese.”    BERTEK NÎŞAN DA   Amûtgan, qanûna înfazê ya di pêvajoya pandemiyê de hatibû derxisin jî, bi bîr xist û wiha bertek nîşan da: “Li aliyekê qala xwişk û biratiyê dikin, li aliyê din jî, cihêkariyê dikin. Gelo ev xwişk û biratî li ku derê ye? We çima hemû girtî serbest bernedan? Hevjînê min ev 28 salin girtiye. Ka mîna vê yekê li ku derê ye? Ji ber ku Kurd bû, hesabê we nehat ku hûn wî berdin. Cesareta we nebû hûn berdin. Ji vê zilmê re êdî bese. Em gelê Kurt tu caran teslîm nabin. Emê her daîm li pêşberî we rastin û têkoşîna xwe dewam bikin.”    QEDEXEYA BI HINCETA PANDEMIYÊ   Amûtgan, anî ziman ku di hevdîtina herî dawî de hevjînê wê jê re gotiye, di girtîgehê de zext zêde bûne û wiha bilêv kir: “Hevjînê min ji min re got, ‘li girtîgehê avê qût dikin. Zextê li girtiyan dikin ku dest ji çalakiya greva birçîbûnê berdin. Hemû daxwazên me bi hincetên pandemiyê nayin pêşwazî kirin.’ Bi hinceta şewbê hemû mafên girtiyan ji wan girtin. Ma ev heqe. Teqez em vê yekê qebûl nakin.”    BANGA TÊKOŞÎNA  HEVPAR   Hevjîna Mûstafa Amûtgan ê 28 salin girtiye Remziye Amûtgan, dest nîşan kir ku ew li pişt daxwazên girtiyane û ev peyam da: “Ez jî mîna girtiyan dixwazim tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe û binpêkirina mafên girtiyan bi dawî bibe. Divê girtî bi awayekê adîlane bên darizandin û karibin li derve parastina xwe bikin. Em jî dixwazin girtî mafên xwe bi dest bixin. Ew çawan di hûndir de li ber xwe didin, em ê jî bi heman awayî li derve mil bi mil li ber xwe bidin. Divê me li ser piyan bin û doza hemû mafên xwe bikin.”