ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2021'AN 2021-01-19 09:00:15 * Xwarina ku nexweşxaneyên Amedê bi 6 lîre û 90 qurişî peyda dikin Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê bi 17 lîreyan digire. Nexweşxaneya ku 80 personelên wê yên aşxaneyê betal in, bi Mala Mamosteyan ku bi nelirêtiyan di rojevê de ye re peymana wê heye.  * Hevjîna Mûstafa Amûtgan ê li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê dimîne Remziye Amûtgan, bal kişand ser çalakiya greva birçûbûnê ya li dijî tecrîdê û got: “Em jî mîna girtiyan mil bidin milê hev û li ber xwe bidin.”    * Dayikên Aştiyê yên ji bo ku tu dayikên din weke wan êşa zarokên xwe nekişînin têkoşîna xwe didomînin û hewara xwe ya “Bila girtin, binçavkirin û mirin çênebin. Êdî Bes e. Tenê em aştiyê dixwazin” dewam dikin.   * Hevserokê HDP’a Êlihê Omer Kulpu diyar kir ku divê raya giştî hin bêtir hestiyar nêzî çalakiya greva birçîbûnê bibe û got: “Dengê girtiyan û dengê derve bibe yek wê demê ev zilm dê biqede. Tecrîd wê ji holê rabe.”    * Li Efrînê ku 3 sal berê bi tevkariyê hêzên global bi destê Tirkiyeyê hat dagirkirin, li ber çavê dinyayê trajediyeke mezin diqewime. Li bajêr ligel revandin, kuştina mirovan, tecawizkirina jinan û guherandina demografiyê, di warê aborî û çandî de jî talanek mezin heye.    * Piştî ku ava Gola Wanê kêm bû, qirijiya wê jî berçav bû. Ekolojîstan destnîşan kirin ku bi bermayiyên kîmyewî qirêjî zêdetir dibe.   * Endamên jin ên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê anîn ziman ku hin kesên ku îdia kirine polîsên gef li wan xwarine û sîxurtî li wan ferz kirine. Ciwanan got: "Wê têkoşîna me her berdewam be."    * Kesên ku di sala 2018'an de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketibûn greva birçîbûnê, diyar kirin ku divê xwedî li çalakiya girtiya bên derketin û daxwaza girtiyan daxwaza wan e jî.    * Rojîn Mahmoûd ku ji Qamişloyê hatiye Edeneyê û 10 sal berê zewiciye, ji ber presedura fermî nayê xebitandin û ji ber ku belgeyên wê hatine dizîn, nikare bibe welatiya Tirkiyeyê. Her wiha Îdareya Koçberiyê nasnameya demborî jî nadê û ji ber vê nexweşxane jî di nav de nikare sûdê ji tu mafî bigire.    *  Li Pîran a Amedê ji ber lêgerîna li madenan rez, baxçe û zeviyên li derdorê hişk bûne.    * Xwarina kevnar û dewlemend Zirfet hîn jî li Dersimê tê çêkirin û ser sifreyan dixemilîne. Zirfet, piranî ji bo kesên xeydan li hev bên tê çêkirin.   * Komeleya TUHAY-DER a Marmarayê dê li avahiya xwe ya Fatiha Stenbolê rapora girtîgehan a 2 mehan bi civîna çapemeniye parve bikin. (12.00)    * Serokwekîlê Koma HDP'ê Hakki Sarûhan Olûç, wê  li Meclîsê civakîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * Komeleya Jinan a Star a Wanê dê rapora sala 2020'an, bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve bikin. (14.00)   * Merasima bîranîna rojnameger Hrant Dink dê îsal bi rêya vîdeo û înternete pek bînin. (14.45)   * Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê dê bi minasebeta salvegera kuştina Rojnameger Hrant Dink li avahiya komeleyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (15.00)