Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 24 hezar û 161 2021-01-18 20:51:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 164 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û testa 5 hezar û 862 kesên din jî  pozîtîf derket. Hejmara kesên heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bû 24 hezar û 161.     Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 164 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 5 hezar û 862 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî bû 24 hezar û 161 û hejmara kesên heya niha testa wan pozîtîf derketiye jî bû 2 milyon û 392 hezar û 963.