Piştî aşûtê agahî ji 6 kolberan nayê girtin 2021-01-18 17:25:17   COLEMÊRG - Li Sînorê Geverê û Îranê aşût hat xwar. Piştî aşûtê ji duh ve agahî ji 6 kolberan nayê girtin.    Duh li ser sînorê navbera Îran û Bajaroka Bajirgê ya Navçeya Gevera Colemêrgê aşût ket. Piştî aşût ket, ji duh ve agahî ji 6 kolberdên li ser sînor bazirganî dikir nayê girtin. Malbatên Kolberan anîn ziman ku aşût li aliyê sînorê Îranê ketiye. Malbatan destnîşan kirin ku çûne herêmê lê xwe negîhandine xizmên xwe.