Danişina doza Oruç taloq kirin 2021-01-18 16:22:50   AMED - 1'emîn danişîna doza Hulya Oruç li 5'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Amedê hat ditin. Dadgehê doz taloq kir.    1'emîn danişîna doza Hulya Oruç li 5'emlîn Dadgeha Cezayen Asliye hat ditin. Heyetê doz taloqî 3'ê sibatê kir. Hulya Oruç, piştî hevjînê wê yê Rojnameger Azîz Oruç di 11'ê kanûna 2019’an de hat girtin û 10 meh şûnde serbest hat berdan, li ser medya civakî nerînê xwe parve kiribû, der barê wê de bi îdeaya "Gel tahrîkî kîn û dijminantiyê kirbû" doz lê hatibû vekirin. Di danişîna dozê de Hulya  Oruç û parêzerê wê Ferhat Kilinç amade bûn. Piştî parastinê heyeta dadgehê doz taloqî 3'ê Sibatê kir.