Li Licê operayona eskerî didome: 8 kes hatin girtin 2021-01-18 16:19:11 AMED - Operasyona eskerî ya di 9’ê Çileyê de li çoltera Licê dest pê kiribû, dewam dike. 8 kesên di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.   Operasyonê eskerî ya di 9’ê Çileyê de, li gundên Cînezur, Derxust, Hiseynik û Mişref ên girêdayî navçeya Licê ya Amedê hatibû destpêkirin, dewam dike. Di operasyonê de şer derketibû, eskerê jiyan xwe ji dest da bû û 3 esker jî birîndar bibûn.    8 KES HATIN GIRTIN    Eskeran piştî şer, ketin û derketina gundan girtibûn, bi ser hin malên gundiyan de girtibûn û piştî serdegirtina malan, gelek welatî binçavkiribûn. Di 9’ê Çileyê de, li gundê Mifreş, di serdegirtina malê de welatiyê bi navê Mehmet Şah Bozkûş bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Li gundê Derxustê jî Siddik Ozkan ê 63 salî, Ferzende Ozkan, Omer Yildirim û li navçeya Hezroyê 2 kes û 4 kesên navên wan hatin zanîn di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Hat diyar kirin ku 7 kesên ji ber îfadeyên şahidê nepen hatibûn binçavkirin, roja Înê sewqî dadgehê hatin kirin û bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin.    OPERAYON DEWAM DIKE   Li gorî çavkaniyên herêmî, li gundên şer lê qewîmî operasyona eskerî dewam dike û yekîneyên eskerî bi wesayîtên sîvîl li herêmê digerin.   SEWQIYETA ESKERÎ   Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin jî, ji bo çoltera gundê Hezan a girêdayî navçeyê ye, di saetên şevê de, sewqiyeta eskerî hatiye kirin û li derdora gundê Kerwesê liv û tevgera eskerî dewam dike.