Du jinên HDP’yî ku bi sîxûrtiyê re rûbirû mane serî li ÎHD’ê dan 2021-01-18 16:02:15   ENQERE – Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Ezgî Orak û Hatîce Aras ên bi lêferzkirina sîxûriyê re rûbirû man serî li ÎHD’ê dan.    Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Ezgî Orak û Hatîce Aras li dijî lêferzkirina sîxûriya polîsan û şopandina polîsan ku gihîştiye asta tacîzê serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê dan. Herdu jinan ji ÎHD’ê daxwaza piştevaniya hiqûqî kirin û civîna çapemeniyê li dar xistin û tiştên hatin serê wan vegotin.     Ezgî Orak diyar kir ku bi rê de polîsan ew sekanindiye û du polîsên ku diyar kirine ew endamên Şaxa TEM’ê ne û derbarê hin xebatkarên HDP’ê de agahî jê xwestine.    JÊ RE GOTINE ‘EM HÊZA XWE JI DEWLETÊ DIGIRIN’    Orak anî ziman ku polîsan bi darê zorê nimreyên telefonên xwe dane wê û got: “Polîsan ji min re got ‘Em dizanin tu çi dikî.’ Dixwazin xebata me ya partiyê îlegalîze bikin û dixwazin min wisa sûcdar bikin. Gefa ‘em ê te bibînin û hesabê tiştên tu dikî ji te bipirsin’ li min xwarin. Min ji wan re got hûn niha min tacîz dikin. Wan jî ji min re got ‘Ne di xema me de ye. Em karê xwe dikin, em hêza xwe ji dewletê digirin.’ Dema ez hatim binçavkirin jî bi heman bêhiqûqiyê li min kirin. Vê bêhiqûqiyê li ser gelek kesan bi awayek sîstematîk dikin. Lê bila dizanibin ku wê ev polîtîkayên wan jî bêencam bimînin.”    WÊ ŞOPANDIN E Û GEF LÊ XWARIN E    Hatîce Aras jî da zanîn ku roja 11’ê çile du kesên xwe wek polîs dane nîşandan li ber deriyê mala wê ew sekinandine û xwestine pê re biaxivin lê wê red kiriye û ev kes her tim wê dişopînin û gefan lê dixwin. Aras destnîşan kir ku ew bi polîtîkayê sîxûrtiyê yên îqtîdara AKP-MHP’ê re rûbirû dimînin û wê ev gef û polîtîkayên sîxûrtiyê nikaribin têkoşîna wan asteng bikin.    ÇEVÎRMEN: SÛC DIKIN    Endama Desteya Rêveberiya Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen jî diyar kir ku di demên dawî de serlêdanên wiha ji bo komeleya wan zêde bûne û got: “Van kesên xwe wek polîs û dewletê didin nîşandan eşkere sûc dikin. Ev kes azadî û ewlehiya însanan ji holê rakirine û sepanek ku mahremiyeta jiyana taybet a însanan ji holê rakiriye xistine dewrê. Qedexeya îşkenceyê û muamelaya xerab binpê dikin. Pêwîste van sepanên bi vî rengê demildest werin bidawîkirin.”