Tumuklu: Operasyon û girtin bêhiqûqî ye 2021-01-18 15:31:42   ÎZMÎR – Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklû bertek nîşanî binçavkirin û girtina rêveberên ESP’ê da û got: “Operasyon dezgehên bêhiqûqiya faşîst e. Em ê li dijî faşîzmê têkoşîna xwe mezintir bikin.”   Di operasyona li dijî Partiya Sosyalîst a Bindest (ESP) de 47 kes hatibûn binçavkirin û ji van 5 kes hatin girtin. Yên mayî jî bi biryarên wek hepsa malê hatin berdan.    ‘DIXWAZIN TÊKOŞÎNA ME BIŞKÎNIN’    Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu destnîşan kir ku biryara girtinê û darizandinê nehiqûqî ye û wiha got: “Wezîrê Karên Navxweyî di demên dawî de polîtîkayek taybet disepîne. Kesên têkoşîna ked û demokrasiyê birêve dibin hedef tên nîşandan. Hevalên me yên hatin girtin însanên ku têkoşîna ked û demokrasiyê mezin dikirin bûn. Li ser têkoşerên ked û demokrasiyê û girseya wan terorek faşîst tê sepandin. Ev nêzîkatî tenê ne li dijî ESP’ê pêk tê li dijî saziyên demokratîk hemûyan pêk tê. Wezareta Navxweyî bi polîtîkaya sîxûrtiyê operasyonan birêve dibe. Dixwazin her qada têkoşîna demokratîk krîmanîze bikin. Dixwazin têkoşîna me bişkînin. Ev operasyon dezgehên bêhiqûqiya faşîst e. Em ê li dijî faşîzmê têkoşîna xwe mezintir bikin. Em bang li saziyên demokratîk hemû dikin ku li dijî faşîzmê têbikoşin.”