Giliya îşkenceya di bin çavan de kirin 2021-01-18 15:10:48 STENBOL – Parêzeran, giliya îşkenceya ku ji ber dij derketina wan a tayînkirina Melîh Bûlû yê AKP’î yê weke rektorê qeyûm di bin çavan de li xwendekaran hatibû kirin, kirin.    Ji ber ku li dijî tayînkirina Melîh Bûlû yê AKP’î ku weke rektorê qeyûm tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê hatibû kirin derketibûn, di bin çavan de ji aliye polisan ve îşkence li xwendekarên zanîngehê hatibû kirin. Derbarê vê îşkenceyê de parêzerên xwendekaran li Edliyeya Stenbolê giliya polisên berpirsyar kirin.    Piştî gilîkirinê parêzeran li ber edliyeyê daxuyanî dan. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû û gelek kes tevlî daxuyaniya parêzeran bûn. Di daxuyaniyê de pankartên “Em xwendekar û azadiya wan diparêzin” û “Zext nikarin me têk bibin zanîngeha ji we re namînin” vekirin û dovîzên “Wê ciwan qezenc bikin” û “tayînkerên qeyûm wê bi berxwedanê biçin” hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de timik dûrişmeyên “Zanîngeh ên me ne wê yên me bimînin” û “bi tena serê xwe xelasî tuneye ya tev bi hev re ya jî ne tu kes ji me” hatin berzkirin.    Li ser navê rêxistinên ciwanan Azad Aksoy axivî û diyar kir kur ê nedin qeyûman û wê kes nikaribe wan bêdeng bike.