Kesên li Kerboranê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2021-01-18 14:55:25   MÊRDÎN - Kesên 11’ê Çileyê li navçeya Kerboranê hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.   Li Gundê Xelîla yê navçeya Kerborana Mêrdînê di 11’ê çileyê de di serdegirtinên malan de bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kirine” 22 kes hatibûn binçavkirin. Ji 22 kesan 17 kes piştî ku li Fermandariya Cendermeyan îfadeyên wan hatibû girtin hatibûn berdan. Fahriya Ercan (74), Mûstafa Aslan (45), Mehmet Nezîr Dûman (59), Emîne Gevcan (67) û Rabîa Arjîn Gevcan Yîgît (23) a ducanî yên di binçavan de piştî îfadeyên wan hatin girtin, îro sewqî Edliyeya Mêrdînê kirin.   Piştî ku dozgeriyê îfadeyên 5 kesan girt, bi daxwaza berdana şertê kontrola edlî sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh kir. Welatiyên bi îdiaya navên wan di materyalên dîjîtal ên aydî stargeheke PKK’ê de derketine û derbarê wan de îfadeyên sê “şahidên veşartî” yên cuda hene, di çarçoveya daxwaza dozgeriyê de ji aliyê dadger ve bi şertê kontrola edlî hatin berdan.