Rojnameger Yilmaz ji parvekirina Efrînê beraet kir 2021-01-18 14:41:07   WAN - Rojnameger Îdrîs Yilmaz ê ji ber parvekirina têkildarî êrişên li dijî Efrînê dihat darizandin, beraet kir.    Rojnameger Îdrîs Yilmaz, têkildarî operasyona eskerî ya sala 2018’an a li dijî bajarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû destpêkirin, li ser hesabê xwe yê medya civakî parvekirin kiribû. Bi hinceta parvekirina Yilmaz, doz lê hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya doza derbarê Îdrîs Yilmaz de hatibû vekirin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Navçeya Erdîş a Wanê hat dîtin. Yilmaz ê bi îdîaya “Gel sewqî kîn û nefrete kirin” dihat darizandin, beşdarî danişînê bû.     Yilmaz, di danişînê de, diyar kir ku parvekirina wî di çarçoveyê azadiya ramanê deye û daxwaza beraetê xwe kir.    Şandeya dadgehê, bi hinceta di parvekirinê de sûc tuneye, derbarê Yilmaz de biryara beraetê da.