Encamnameya Konferansa rojnamevanên kurd 2021-01-18 14:11:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Encamnameya konferansa ku bi pêşengiya KNK'ê li ser rewşa medyaya Kurdistanê bi beşdariya bi dehan rojnamevanên kurd hatibû lidarxistin, aşkera bû.     Di 16'ê çileyê de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi armanca li hev nêzkirina medyakarên Kurdistanê, şirovekirina rewşa medyaya kurdî û rola wê, bi rêya zoomê  konferansek dîjîtal organîze kir. Bêtirî sed rojnamevan, mamoste û şarezayên ragihandinê beşdarî konferansê bûbûn. Pêkanîna konferanseke bi vî rengî salek zêdetir bû di rojevê de bû. Ji ber pandemiyê konferans bi derengî ma. Ji bo hîn derengtir nebe jî di nava şert û mercên pandemiyê de konferans bi awayekî online hat lidarxistin.   Konferansê bi rêzgirtina ji bo rojnamevanên canê xwe ji dest dane dest pê kiribû û mijarên wek "Rewşa medyayê ya li çar hêlên Kurdistanê", "Rola medyayê ya danasîna doza Kurdistanê", "Di medyayê de rola demokratîzekirina civakê" û "Derfet û astengiyên li pêş afirandina medyayek netewî û niştîmanî" di konferansê de hatibûn gotûbêjkirin. Beşdarên konferansê ji çar hêlên Kurdistan û derveyî welat tevlî gotûbêjan bûn û bi nêrînên xwe konferansê dewlemend kirin. Di konferansê de nêrîn, helwest û pêşniyazên hevbeş derketin holê.   Di encama konferansê de di çarçoveya nêrîn û pêşniyazên hevbeş de ev xal weke helwesteke hevbeş hatine destnîşankirin:   "1- Hewil bê dayîn ku platformeke ji bo rojnamevanan bê damezrandin da ku li ser pirsgirêkên hevbeş yên Kurdistanê bi hev re kar bikin. 2-Avakirina navendeke gotûbêjkirina xebatên ragihandinê. 3- Piştevaniya medyaya azad bê kirin da ku bikaribe bi rola xwe ya gihandina doza Kurdistanê rabe û di kêşeyên navxweyî de azadtir bixebite. 4- Divê karê rojnamegeriyê bi awayekî pisporî, objektîf û etîk bê kirin û prensîbên xebata rojnamevaniyê li ber çavan bên girtin. 5- Bi sedan rojnamegerên kurd li zindanên rejîma tirk de ne, her wiha li Îranê jî rojnamevan her tim tên girtin di vê çarçoveyê de pêwîste rojnamevan rewşa rojnamevanên girtî bişopînin. Konferans daxwaza serbestiya rojnamevanan dike. 6- Ji bo rojnamevan bi awayekî objektîf û şareza bûyeran bibînin divê dezgehên pêywendîdar hêsankariyê bikin û zanyariyên pêwîst parve bikin. 7- Divê bereya rojnamevanan zêdetir li deverên ku êrişên dagirkeriyê li ser in bin. Her wiha lazime êrişên navxweyî yên li ser maf û azadiyan jî bên dîtin. 8- Pêwîste yek ji wezîfeyên sereke a rojnamegeran, pûçkirina dekûdolabên ragihandina şerê taybet a dagirkerên Kurdistanê be. 9- Di nûçe û bûyeran de zimanekî hevbeş ku berjewendiyên netewî esas digre bê bikaranîn. 10- Divê ragihandin xwe dûrî zimanê sîstema baviksalar û cinsiyetperest bike. 11- Her sal bi vê mebestê konferansek ji bo medyakaran bê organîzekirin. 12- Ji bo agahiyên ne zelal û şaş bandorê li rojevê nekin, pêwîste aliyên pêwendîdar yên Kurdistanê şêwrê bi rojnamevanan re bikin. 13- Wezîfe û mafên rojnamevaniyê li Kurdistanê bi qanûnan bên destnîşankirin û rê li ber yasayên ku mafê rojnamevanan bin pê dikin bên girtin.  14- Divê rojnamevan di sengerên lihevanînê de bin û nebin beşek ji gurrkirina nakokiyên aliyan. 15- Pêwîste dezgehên ragihandinê bibin aliyê hev nêzkirina kurdên li çar hêlên welêt û derveyî welêt û nebin perçeyek ji projeyên dagirkeran. 16- Divê dezgehên ragihandinê ne bi zimanekî cîhê lê bi zimanekî hevbeş tifaq û ewlehiya netewî biparêzin."