Li gel berf û sarmayê jî akademîsyenan çalakiya xwe berdewam kir 2021-01-18 13:54:59 STENBOL - Akademîsyenên Zanîngeha Bogazîçiyê, çalakiya xwe ya li dijî tayînkirina Melîh Bûlû yê AKP’î li gel berf û sarmayê jî berdewam kirin.     Bertekên li dijî Melîh Bûlû yê AKP’î ku weke qeyûmê rektor tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê hatibû kirin, didomin. Ji xeynî çalakiyên xwendekarên zanîngehê, çalakiya nobetê ya akademîsyenên ku li zanîngehê dixebitin jî li gel barîna berf û hewayê sar berdewam dike. Akademîsyenên ku li pêş avahiya rektoriyê kom bûn weke her roj saet di 12.00’an de pişta xwe dan avahiyê û daxuyanî dan. Hîndekaran peyama berdewamkirina protestoyan da û bang kirin ku li dijî qeyûman herkes bibe yek.