SES’ê: Mûrat Alan sûc kiriye 2021-01-18 13:30:36   ANTALYA - Xebatkarên tenduristiyê, bertek nîşanî nivîskarê Rojnameya Akîtê Mûrat Alan dan û gotin: “Sedema tundiya li dijî kedkarên tenduristiyê, kesên mîna Mûrat Alan ên civakê manîpule dikin û hewl didin ji hev cuda bikin e.”     Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) ya Antalyayê, nivîskarê Rojnameya Akîtê Mûrat Alan ê di bernameyeke televîzyonê de, daxwaza maf a kedkarên tenduristiyê şiband daxwaza “bertîlê” şermezar kir. Daxuyaniya şermezarkirinê li avahiya sendîkayê hat lidarxistin. Hevseroka Şaxa SES’ê ya Antalyayê Şukran Îçoz, di daxuyaniyê de axivî û bertek nîşanî Alan da.   Îçoz, diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de, bi sedan kedkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan û wiha got: “Dîsa 150 hezar xebatkarên tenduristiyê bi şewba vîrûsê ketin. Em bi hejmar kêm, pir kar dikin. Bi mehan em nikarin malbatên xwe bibînin û zarokên xwe hembêz bikin. Êdî kêr gihaye hestî û hêza me nameye. Lê yên weke Mûrat Alan radibin û bi gotinên xwe, me dixe hedefa civakê. Sedema tundiya li dijî kedkarên tenduristiyê, kesên mîna Mûrat Alan ên civakê manîpule dikin û hewl didin ji hev cuda bikin e. Mûrat Alan sûc kiriye. Kedkarên tenduristiyê kiriye hedef gel. Em Mûrat Alan şermezar dikin. Em dixwazin, bibîr bixin ku ji tundiyek rû bide, para wî jî tê de heye.”