Akar û Guler çûn Bexdayê 2021-01-18 13:15:46   NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar, ji bo hevdîtinên fermî yên bi rayedarên Iraqê re çû Bexdayê. Wê Akar serdana Hewlerê jî bike û bi rêveberên Herêma Kurdistanê re bê gel hev.   Di rojên dawîn ên sala 2020’an de di navbera Tirkiye û Iraqê de di asta herî bilind de hevdîtinên dîplomatîk pêk hatibûn. Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî bi heyetekê hatibû serdana Tirkiyeyê û di serî de Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan bi rayedarên Tirkiyeyê re hevdîtinan kiribû. Piştî vê serdana Kazîmî, di 28’ê kanûnê de Wezîrê Parastinê yê Iraqê Cûma Anad jî hatibû serdana Tirkiyeyê û bi Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar hevdîtin pêk anîbû.    WÊ GELEK HEVDÎTIN BIKE   Li gel ku bi awayekî fermî nehatibû ragihandin jî Akar, bi Serfermandar Yaşar Guler re ji nişkeve çû serdana Iraqê.  Tê payîn ku Akar, li Bexdayê bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîr Kazimî Wezîrê Parastinê Cûma Anad û Wezîrê Karê Hundir Osman Ganimî re hevdîtinan bike.    DAXUYANIYA WEZARETÊ   Wezarata Parastinê, têkildarî çûna Akar de ev daxuyanî da: “Di serdana ku tevahiya rojê berdewam bike de wê hevkariya têkoşîna li dijî terorê bê nirxandin.”   WÊ DERBASÎ HEWLERÊ BIBE   Tê payîn ku piştî van hevdîtinên xwe Akar derbasî Herêma Kurdistanê jî bibe û sibê bi Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re jî hevdîtinek bike.