Mêrê xwest hevjîna xwe bikuje hat binçavkirin 2021-01-18 10:25:21   QERS - Li Qersê mêrê bi navê Y.A. yê xwest hevjîna xwe bikuje hat binçavkirin.    Li Taxa Îstasyonê ya Qersê mêrê bi navê Y.A., yê xwest jina pêre zewicîye bikuje hat binçavkirin. Y.A., piştî hevjîna xwe birîndar kir, demek şûnde hat binçavkirin. Jina birindar bû jî, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Harakanî. Dermankirina jina birîndar didome.