Zexta aboriyê jî li pêla binçavkirin û girtinan zêde bû! 2021-01-18 09:08:40 MÊRSÎN – Hevserokê HDP’a Navçeya Yenîşehîra Mêrsînê Emrah Denîz bi boneya li ser astengkirina daxuyaniyê bi polîsan re nîqaş kir 789 lîre cezayê pere lê hat birîn. Denîz got: “Niha zexta aborî jî li zextên heyî wek binçavkirin û girtinê zêde kirin.”  Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Mêrsînê di 22’ê kanuna 2020’an de têkildarî greva birçîbûnê ya li girîgehan xwest daxuyanî bide. Lê polîsan nehişt HDP daxuyanî bide û di navbera rêveberên HDP’ê û polîsan de nîqaşa destûrnedayînê derketibû. Li Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Yenîşehîra Mêrsînê Emrah Denîz bi hêceta “mesafeya sosyal” li ber çavan negirtiye û Madeya 282’AN A Qanûna Umumî ya Hifzissihha ya Hejmara 1593’yan binpê kiriye 789 lîre cezayê pere razandinê hat birîn.    Her wiha HDP’ê di 23’yê kanûnê de jî li dijî girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven daxuyanî dabû û Hevserok Emrah Denîz jî di nav de bi heman hêcetan 6 hezar û 300 lîre cezayê pere li 7 HDP’iyan hatibû birîn.    ‘NIHA JÎ ZEXTÊN ABORÎ LI ME DIKIN’    Emrah Denîz têkildarî vî cezayê pereyan axivî û destnîşan kir ku ev salek e polîs vê rêbazê bikar tînin û bi van sepanan zexta aborî li ser wan pêk tînin. Denîz anî ziman ku bi taybetî cezayê pereyan li hin kesan dibirin û got: “Em mantiqê vê bingehîn dizanin. Dixwazin tevgera siyaseta kurd di her warî de bi tengejînin û bixin bin zextan. Niha vî cezayê li me birine jî em wek zextek aborî binav dikin û hewldana dewletê jî ev e. Piştî gelek daxuyaniyan ceza li rêveberên partiya me dibirin. Niha zexta aborî jî li zextên heyî wek binçavkirin û girtinê zêde kirin.”    MA / Omer Akin