Li Îzmîrê êrişî welatiyên sûriyeyî kirin 2021-01-17 16:06:32   ÎZMÎR – Li navçeya Bayrakliyê, bi hinceta ku “deng derdixe” cîranên wan êrişî malbateke sûriyeyî kirin. Di êrişê de kesek bi giranî birîndar bû.    Li semta Gumuşpala ya navçeya Bayrakli ya Îzmîrê, malbateke sûriyeyê bi hinceta ku “deng derdixe” ji aliyê ciranên xwe hat derpkirin. Li gorî angaştê, destpêkê ciranê wan ê li qata seriya wan êrişî du sûriyeyiyan kiriye û piştre ji nişka ve kesên êrişkar hejmara wan derketiye seriya 20 kesî û êriş veguheriye lînçê. Di êrişê de du bira bi awayekî dilsotîner hatin derpkirin.    Sûriyeyê bi navê Mûhammed Savaş ku bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê û hat diyarkirin ku serê Savaş ji ber derban deriziye û ji berk u xwîn rêjiyaye ser mêjiyê wî ew girtine beşa lênêrîna zêde.    Hat hînbûn ku piştî bûyerê polis hatine cihê bûyerê û gotinên her birayên sûriyeyî girtine.    Nehat hînbûn ku êrişkar hatine girtin an na.