Ji bo herêma Serhedê hişyariya berfê 2021-01-17 15:39:08   WAN – Meteorolojî ji bo bajarên herêma Serhedê Wan, Bedlîs, Colemêrg û Mûşê hişyariya berfê da.    Miduriyeta Herêma 14’emîn a Meteorolojiyê, ji bo bajarên herêma Serhedê Wan, Bedlîs, Colemêrg û Mûşê hişyariya berfê da. Miduriyetê, diyar kir ku dê berfeke zêde bibare û ji welatiyan xwest ku li dijî vê bergiriyên xwe bigirin.