Bijîşkekî ji ber şewbê jiyana xwe ji dest da 2021-01-17 13:36:32 MÊRSÎN - Li Mêrsînê, bijîşkê malbatê Mehmet Yaşar  Karabacak, ji ber şewba vîrûsa  koronayê jiyana xwe ji dest da.    Li Mêrsînê, bijîşkê malbatê Mehmet Yaşar Karabacak, ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest da. Karabacak ê li Navenda Tenduristiyê ya Malbatê ya  Alata ya Erdemliyê (ASM) bijîşktî dikir, piştî ku testa wî ya koronayê pozîtîf derket li Nexweşxaneya Bajêr a Mêrsînê dest bi tedawiya wî hat kirin. Karabacak ê 15 roj bûn li nexweşxanê dihat dermankirin, ligel hemû mudaxileyan jî îro jiyana xwe  ji dest da.