ÎHD: Divê ESP’iyên di bin çavan de bên berdan 2021-01-17 13:06:08   ENQERE – ÎHD’ê diyar kir ku binçavkirina ESP’iyan berdewama zextên li ser muxalefetê ye û xwest ku ESP’iyên di bin çavan de bên berdan.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş û nûçegîhana ETHA’yê Pinar Gayip jî di nav de têkildarî binçavkirina 47 ESP’iyan daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat xwestin bêyî ku mafê azadiya kesan zêde bê binpêkirin ESP’iyên hatine binçavkirin, bên berdan.    ‘BERDEWAMA ZEXTAN’    Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Li Tirkiyeyê li hemberî muxalefeta civakî bi rêya darazê politikaya zextan bê navber tê domandin. Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) partiyeke qanûnî ye û rêveberên wê dikarin bi vexwendinê jî gotin bidin. Parêzer, rojnameger, hunermend û endamên partiyên yên di operasyonê de hatine binçavkirin jî teqez bi vexwendinê dikarin gotin bidin. Li şûna pêkanîna xala 145’emîn a CMK’ê tercîhkriina serdegirtin û binçavkirina dema dirêj binpêkirina mafê azadiyê ye.”