Ceza dan 24 kesên Komkujiya Parîsê şermezar kirin 2021-01-17 12:17:57   BEDLÎS - Li 24 kesên li Bedlîsê, Komkujiya Parîsê şermezar kirin, her yek salek û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bedlîsê, bi armanca şermezarkirina qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li paytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin, meşek lidar xistibû. Piştî meşê derbarê 24 kesan de doz hatibû vekirin. Piştî 4 salan di dozê de biryar hat dayîn û cezayê girtîgehê li 24 kesan hat birîn.    Meş di 6'ê Çileya 2016'an de hatibû lidarxistin û derbarê Hevşaredarê Tetwanê yê berê Abdullah Ok, Hevşaredara Motkî ya berê Esma Gumuş, Hevserokê DBP'ê yê bajêr ê berê Enver Barîn jî di nav de doz li 24 kesan hatibû vekirin. Ji bo 24 kesan, her  yek salek û 3 meh cezayê girtîgehê hat birin. Cezayê li 24 kesan hat birîn, hat taloqkirin.