4 rojnameger 100 roj in girtî ne 2021-01-17 12:04:08   WAN – Rojnamegeran, bal kişand ser rewşa rojnamegerên ku ji ber avêtina 2 gundiyan a ji helîkopterê ya li Wanê kiribûn nûçe, 100 roj in girtî ne û diyar kirin ku girtina dema dirêj veguheriye cezakirinê û xwestin ku hempîşeyên wan bên berdan.    Di 11’ê îlonê de li navçeya Şaxê ya Wanê leşkerên ku derketibûn operasyonê welatiyên bi navê Osman Şiban û Servet Tûrgût binçav kiribûn û piştre îşkence li wan kiribûn û wan ji helîkopterê avêtibûn. Ji welatiyan Servet Tûrgût piştî demekê ji ber îşkenceya ku lê hatibû kirin û ji helîkopterê hatibû avêtin jiyana xwe ji dest da û Osman Şiban jî ji ber îşkenceya lê hatiye kirin hê jî nexweş e û nikare tevger bike.    Di 6’ê cotmeha 2020’an de ji ber ku vê bûyerê derxistin holê poplisan bi ser malên nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, Nûçegîhana jinnewsê Şehrîban Abî û Rojnameger Nazan Sala de girtin û wan binçav kirin. Piştre bi sûcdariya “Nûçe çêkirina bûyerên civakî yên li dijî dewletê” hatin girtin. Her çar rojnameger 100 roj in girtî ne.    Li gel ku di ser girtina rojnamegeran de 100 roj derbas bûne jî hê doznameyên wan nehatine amadekirin û di dosyayên wan de tu pêşveçûn çênebûye. Rojnamegerên ku 100 girtina rojnamegeran nirxandin, xwestin ku girtina dema dirêj a veguheriye cezakirina rojnamegeran bi dawî bibe û demildest rojnameger bên berdan.    ALTAY: HEWLDANA DIRÊJKIRINA GIRTINÊ HEYE   Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Gokhan Altay, diyar kir ku nêzikbûna darazê ya li hemberî civakê li dijî rojanmegeran jî di dewrê de ye û wiha got: “Dema ku mirov dina xwe dide dosyayê û xala ku rojnameger pê ten sûcdarkirin diviya ku beriya niha dozname bihata amadekirin. Lê li şûna vê nêzikbûna “em dikarin çiqas wan dirêj bigirin” serwer e. Di demên ku rastî tên tarîkirin de herî zêde li ser rojnamegerên ku dixwazin rastiyan derxin holê zext tên kirin. Heke 4 hevalên me nebûna wê kesî tiştên ku bi serê Servet Tûrgût û Osman Şiban da hatin nenivsandina. Ji  ber ku hevalên me vê rastiyê derxistin holê 100 roj in girtî ne. Em tu carî nebûna rojnamegerên ku li gorî daxuyaniyên walîtiyan tevbigerin. Em daxwaz dikin ku girtina dema dirêj a veguheriye cezakirinê ya hevalên me bê bidawîkirin.”   BABAT: EM SEDEMA AMEDENEKIRINA DOSYAYÊ DIZANIN   Nûçegîhana Jinnewsê Dîlan Babat jî destnîşan kir ku girtina hevalên wan veguheriya cezakirinê û ev tişt anîn ziman: “Ji ber ku rojnamegeran ji ber nûçeyên çêkirine girtî ne, di dosyayên wan de tu pêşveçûn çênabe. Desthilata ku yekdengiyê dixwaze hewl dide çapameniya muxalîf bêdeng bike. Bêyî delîl rojnamegeran digirin. Li Tirkiyeyê bi sedan rojnameger ji ber nûçeyên xwe girtî ne. Lê em ê nivîsandin û çêkirina nûçeyan bidomînin û hê bêtir dengê hevalên xwe bidin bihîstin.”   YILMAZ: ROJNAMEGER BI KÊFÎ GIRTÎ NE   Rojnameger Îdrîs Yilmaz jî da zanîn ku hevalên wan 100 roj in girtî ne û doznameyên wan nehatine amadekirin û ev tişt got: “li Tirkiyeyê rojnamegerên muxalîf ji ber rexneyên xwe yên li dijî desthilatê tên girtin. Rewşa ku rojnameger têde ne rewşa azadiya çapameniyê û xwe anîna ziman radixe ber çavan. Em dixwazin demildest rojnameger bên berdan û neheqiya li hemberî wan bi dawî bibe.”