47 kesên di bin çavan de anîn edliyeyê 2021-01-17 11:30:10   ÎZMÎR – Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş û nûçegîhana ETHA’yê Pinar Gayip jî di nav de 47 ESP’iyên hatibûn binçavkirin anîn edliyeyê.    Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş, nûçegîhana ETHA’yê Pinar Gayip û Endamê Meclisa Partiyê (PM) yê HDP’Ê Sitki Gungor jî di nav de 47 ESP’î di çarçoveya operasyoneke ku navenda wê Îzmîr bû de hatibûn binçavkirin. Kirariyên binçavkirinê yên ESP’iyan bi dawî bûn û sewqî Edliyeya Îzmîrê  hatin kirin.    Kirariyên 47 kesan ên li dozgeriyê dest pê kirin.