Wesayîta karkerên Mexmûrê qeza kir: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan 2021-01-17 11:13:31   NAVENDA  NÛÇEYAN - Hat diyar kirin ku wesayiteke karkerên penaberên Kampa Mexmûrê tê de bûn, serê sibê dema diçû Bexdayê qeza kir û 4 karkerên wargehê jiyana xwe ji dest dan.   Li gorî nûçeya Rojnewsê, wesayîta karkerên penaberên Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê (Kampa Mexmûrê) tê de bûn, di saetên serê sibê de, dema diçû Bexdayê di navbera rêya qezayên Şirgat û Bêcî yên girêdayî bajarê Selahaddin a Iraqê de, qeza kir. Hat diyarkirin ku di encama qezayê de 4 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 2 karker birîndar bûn.   Navê karkerên jiyana xwe ji dest dan wihane: "Denîz Xelîl Denîz, Mehmûd Sîso Tahir, Hogir Mûsa Yûsûf û Cîhat Mihemed Hecî Mihê." Ferhat Xelîl Denîz ku birayê Denîz Xelîl ê di qezayê de jiyana xwe ji dest da ye û Serbest Nazmî Ziyav birîndar bûn.    Xelkê wargehê bi bihîstan qezayê re berê xwe dan seytereyê û li benda cenazeyên karkerane. Tê payîn li Saziya Malbatên Şehîdan merasîmek ji bo kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan, were lidarxistin.