Li Şirnexê 6 kes hatin berdan û kesek hat girtin 2020-12-03 20:46:08     ŞIRNEX - Li Şirnex û navçeyên wê ji 23 siyasetmendarên ku hatibûn binçavkirin 13 kes jê hatin berdan.   Di operasyonên li navenda Şirnex û navçeyên wê Cizîr, Hezex, Silopiya, Qileban û Elkê de hatibûn kirin, 23 siyasetmender hatibûn binçavkirin. Ji 23 kesên ku binçavkirinê 13 kes jê hatin berdan.   Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sîlopiyayê Kadîr Kunur jî di nav de 7 kes piştî îfadeyê li Miduriyeta Polîsan a Şirnexê sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê 7 kes sewqî dadgehê kirin. Dadgehê bi şertê kontrola edlî 6 kes berdan û Delegeyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ekrem Şavli bi iddaya "Endamê rêxistinê" hat girtin.    Kesên ku hatine berdan navên wan wiha ne: Hevserokê HDP'ê yê navçeya Silopiyayê Kadîr Kunur, Endamê KCD'ê Cemîl Gun, Delegeyê KCD'ê Fîkret Cîn, endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr a Şirnexê ku ji kar hatin durxistin Elfesya Nas, Yakup Taniş û Dayika Aşitiyê ya Sîlopiya Şemse Kara.   DI BINÇAVAN DE TESTA WÎ POZÎTÎF DERKET   Her wiha hat ragihandin ku Hevşaredarê berê yê BDP'ê yê Elkê Faîk Dûrsûn ku di bin çavan de ye û nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûye û wî rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, testa wî ya Covîd-19'ê pozîtîf derketite. Tedawiya Dursun a li nexweşxanê didome.   Duh jî Hevşaredara Cizîrê Berivan Kutlu jî di nav de 7 siyasetmedar hatibûn berdan.