Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 14 hezar û 316 2020-12-03 20:40:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê îro 187 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û 32 hezar û 381 kesên din jî bi şewbê ketin.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin.    Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 187 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 32 hezar û 381 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî 14 hezar û 316 ye û hejmara nexweşan jî 520 hezar û 167 e.