Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li nivîskar Deryaspî birî 2020-12-03 18:13:55     BEDLÎS - Danişîna doza nivîskar Gulgeş Deryaspî hat lidarxistin. Dadgeha Bedlîsê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Deryaspî birî.   Endama PEN'a Kurd nivîskar Gulgeş Deryaspî di sala 2019'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û 8 mehan di girtîgehê de mabû. Îro danişîna biryargirtinê li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Bedlîsê hat lidarxistin. Deryaspî û parêzerê wê Bûrhan Aksoy tevli danişînê bûn. Danişîn pêşî bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir.   Piştî tespîtkirina nasnameyê, Deryaspî û parêzerê wê parastin kirin. Deryaspî tiştên pê tê tawanbarkirin red kirin û xwest bê beraetkirin. Parêzer jî xwest miwekîla wî were beraetkirin.   Dozger biryara xwe eşkere kir û xwest nivîskar Deryaspî bi îdiaya “endama rêxistinê ye” bi cezayê hepsê were cezakirin.   Heyeta dadgehê jî daxwaza dozger pejirand û bi heman îdiayê 6 sal û 3 meh ceza lê birî.   8 MEHAN DI GIRTÎGEHÊ DE MA   Wêneyên beşdariya meş û xwepêşandanan demokratîk wek delîl hatibû nîşandan û Deryaspî bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” di 25’ê Tîrmeha 2019’an de hatibû girtin û di 30’yê Adara 2020’an de ji Girtîgeha Bedlîsê ya Tîpa E'yê hatibû berdan.   GULGEŞ DERYASPÎ KÎ YE?   Gulgeş Deryaspî di sala 1978’an da li gundê Ximêçûrê ku girêdayê bajara Bedlîsê ye hat dinyayê. Di sala 1983’an da bavê wî sirgûnî gundeki bajara Erziromê bû. Di sala 1994’an de bi malbatî çûne navçeya Bedlîsê ya Tetwanê, 1996’an de zewicî ye û dayika sê zarokan e. Bi navê “Tariya Bi Tav, “Xezal” û “Ez Ne Ez İm” romanên wê hene. Gelek salan di saziya KURDÎ-DER’ê ya ku bi KHK’ê hatibû girtin rêveberî û mamostetiya dersa zimanê kurdî kir. 2014’an de di rêveberiya Komeleya Nivîskarên Kurd de cih girt. Li Zanîngeha Mûşê ya Alparslanê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî û Formasyona Pedogojîk xwend.