Wê li hucreya yek kesî tevlî çalakiya greva birçîbûnê bibe 2020-12-03 16:53:14   ERZIROM – Mûhammed Fadûllah Kamiş ku 17 meh in li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê li hucreya yek kesî tê girtin, wê tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda Îmraliyê bibe.    Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku di 27’ê mijdarê de bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja 7’an de bi koma duyemîn didome. Mûhammed Fadûllah Kamiş ku 17 meh in li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê li hucreya yek kesî tê girtin jî bi telefonê bi malbata xwe re axivî û ragihand wê tevlî çalakiya greva birçîbûnê bibe. Malbata Kamiş, daxwaz kir ku Kamiş ji hucreya yek kesî bê derxistin û derbasî qawişê bê kirin. Kamiş, sala par di meha tîrmehê de bi angaşta “emdamtiya rêxistinê hatibû girtin.    Hevjîna Kamiş Ela Kamiş jî li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê girtî ye jî di koma yekemîn de ketibûn greva birçîbûnê. Ela Kamiş, di sala 2015’an de bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin û 12 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.