HDP’ê daxwaza xwe ya bihayê asgarî aşkera kir: Divê herî kêm 4 hezar TL be 2020-12-03 14:49:54   STENBOL - Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP'ê Şaziye Kose, diyar kir ku divê herî kêm bihayê asgarî 4 hezar TL be û agahî da ku wê bi vê daxwazê kampanyayek bidin destpêkirin.    Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP'ê ku ji Komîsyona Kedê Berpirsyar e Şaziye Kose, derbarê hevdîtinên bihayê asgarî ku dê sibê dest pê bikin, li avahiya partiya xwe ya Stenbolê civîneke çapameniyê li dar xist. Di civînê de pankarta “Ne xizanî ji bo jiyanake mirovî bihayê asgarî, divê bihayê asgarî bibe 4 hezar TL”. Kesên ku tevlî civîne bûn jî berdilkên li ser wan hem bi kurdî hem jî bi tirkî “Divê bihayê asgarî 4 hezar TL be” nivîsandî li xwe kirin.    HDP KAMPANYA DIDE DESTPÊKIRIN   Di civînê de Şaziye Kose axivî û diyar kir ku wê ji sibê ve bi daxwaza “Ne xizanî ji bo jiyanake mirovî bihayê asgarî, divê bihayê asgarî bibe 4 hezar TL” bibin aliyê diyarkirina bihayê asgarî û ji bo mezinkirina têkoşînê li hemû bajaran kampanya bidin destpêkirin.    DAXWAZA RÊJEYA BIHAYÊ ASGARÎ   Di berdewama axaftina xwe de Kose, bal kişand ser polîtîkayên desthilata AKP’ê yên li dijî karkerên ku bi bihaya asgarî dixebitin û şertên ku karker têde dixebitin û dijîn bi bîr xist û got ku ew weke partî daxwaz dikin ku bihayê asgarî herî kêm bibe 4 hezar TL.