Ji bo Serokatiya Şaredariya Sîweregê jinek hat hilbijartin 2020-12-03 14:29:27   RIHA - Piştî îstîfaya Serokê Şaredariya Sîweregê Şeyxhmûs Aydin, Ayşe Çakmak a AKP'î weke serok hat hilbijartin   Serokê Şaredariya Sîwereg a Rihayê Şeyhmûs Aydin ê AKP'î, di rojên derbasb^yî de bi hinceta pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê îstîfa kiribû. Piştî îstîfaya  Aydin serokê nû hat hilbijartin. Di di civîna îro ya Meclîsa Şaredariyê hat lidarxistin de, HDP, AKP û CHP'ê namzetên xwe nîşan dan. Di tûra yekemîn a hilbijartinê de, namzeta AKP Ayşe Çakmak 24, namzetê HDP'ê Mahmût Bektaş 7 û namzetê CHP'ê Ramazan Guler jî 5 deng girtin. Bi vî awayî Ayşe Çakmak a AKP'î bû seroka nû yê Şaredariya Sîweregê.