AYM, serlêdana Paylan bi hinceta “demboriyê” red kir 2020-12-03 13:38:31   EQNERE – Dadgeha Destûra Bîngehîn, serlêdana parlamenter Gara Paylan a ji ber gotina wî ya “qirkirinê” cezayê dîsîplînê lê hatibû birîn, bi hinceta “demboriyê” red kir.    Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan, di 13’ê çileya 2017’an de li LÎjneya Giştî ya Meclisê, ji ber ku di axaftina xwe ya têkidlarî Komkujiya Ermeniyan de gotina “qirkirinê” bi kar anîbû, cezaya dîsîplînê lê hatibû birîn û tevlîbûna wî ya 3 hevdîtinên Lîjneya Giştî ya Meclisê hatibûn qedexekirin.    Paylan, li dijî vê biryara li hemberî xwe derketibû û ji bo betalkirinê serî li Dadgeha Destûra Bîngehîn dabû. Dadgeha Destûra Bingehîn, biryara xwe ya ji bo vê serlêdana Paylan aşkera kir û bi hinceta “demboriyê” serlêdanê red kir.