Parlamenter Guzel têkildarî tundiya li ser jinên astengdar pêşnûmeke lêkolînê da meclisê 2020-12-03 13:04:30   AMED – Parlamentera HDP’ê Semra Guzel, derbarê tundiya zayendî ku li jin û zarokên astengdar tê kirin pêşnûmeyeke lêkolînê da meclisê.    Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, derbarê pirsgirêkên jin û zarokên astengdar  ku tundiya zayendî  li wan tê kirin de pêşnûmeyeke lêkolînê da meclisê. Guzel, di pêşnûmeyê de destnîşan kir ku her roja ku derbas dibe bûyerên tacîz û destdirêjiyê zêde dibin û herî zêde jî jin û zarokên astengdar bi van bûyeran re rû bir û dimînin.   Guzel, di pêşnûmeya xwe de cih da bûyerên tacîz û destdirêjiyê yên li hemberî jin û zarokên astengdar û daxwaz kir ku ev mijar baş bê lêkolînkirin û derbarê mijarê de ji aliyê hîkumetê ve polîtîkayên pêwîst bên hilberandin.