Federasyona Pêkhateyên Bêasteng: Em salê tenê carek tên bîra mirovan 2020-12-03 12:50:41 AMED - Federasyona Pêkhateyên Bêasteng diyar kir ku salê carek tên bîra mirovan û pêwîste astengdar jî beşdarî xebata jiyana civakî û siyasî werin kirin. Federasyona Pêkhateyên Bêasteng bi boneya 3’ê Kanûnê Roja Cîhanê ya Astengdaran bi rêya onlîne civîna çapemeniyê li dar xist. Endamê Federasyonê Ramazan Serîm di civînê de daxuyanî da û destnîşan kir ku bi milyonan astengdar li dinyayê hene û salê carek tên bibîrxistin û vê yekê jî pirr kêm dît. Serîm anî ziman ku li Tirkiyê hejmara astengdaran di navbera 6-10 milyonan de diguhere û got: “Di heyamek wiha zanistê de nezanbûna hemara zelal a astengdaran nayê qebûlkirin. Pêwiste li her gund û taxê xebat were kirin û hejmara astendaran were tespîtkirin. Divê bi rêyên yasayî destekên wek derûnî, civakî û hiqûqî pêşkêşî astendaran were kirin. Lazim e astengdar jî beşdarî jiyana civakî û xebatên siyasî werin kirin. Bi perspektîfa astengdaran niha avahiyên nehatine çêkirin astengiya herî mezin a li pêşiya me ye. Nexasim pêwîste di serî de li avahiyên saziyên dewletê û tevahiya avahiyan, ji nûve sererastkirin were kirin. Lazim e xizmet tenê ne bi tirkî were kirin, pêwîste ji bo zimanê hemû netewan xizmet bi zimanê wan were kirin.”