Çalakiya greva birçîbûnê bi tevlîbûnên nû dewam dike 2020-12-03 12:47:45 AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda Gireva Îmraliyê hatibû destpêkirin, bi tevlîbûnên nû dewam dike.   Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a ku li girtîgehan di 27'ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê dewam dike, hatibû destpêkirin bi tevlîbûnên nû dewam dike. Duh koma duyemîn dest bi greva birçîbûnê kiribû. Hat diyar kirin ku Îbrahîm Hayme û Cengîn Ûgûrlayan ên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmar 2 a Amedê dimînin jî ketine greva birçîbûnê.    Li Amedê, di koma duyemîn a çalakiyê de, Celalettîn Gurgen, Garîp Nazlier, Onûr Kangal, Hamdî Sena Ada û Şahîn Karahan ên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di mînin, cih digirin.