Parêzeran ji bo serdana Îmraliyê serlêdan kirin 2020-12-03 12:47:04 STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.  Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 sal di navbera 2’ê Gulanê û 7’ê tebaxa 2019’an de 5 caran bi Ocalan re hevdîtin kiribûn.    Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, di 23’ê îlonê de bi hinceta “nexşerêya” ku Ocalan di sala 2009’an de amade kiribû û ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandibû, ji bo 6 mehan hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re qedexe kiribû.