Piştigiriyên ji bo Asayîşa Êzidxan didomin 2020-12-03 12:02:32   NAVENDA NÛÇEYAN – Şengaleiyên ku li dijî “Peymana Şengalê” derketin qadan, li ber noqteyên Asayîşa Êzidxanê li hev kom bûn.    Bertekên li dijî “Peymana Şengalê” ku di navbera Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatibû îmzekirin, didomin. Çalakiyên ku ji li ser banga Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) li dijî peymanê hatibûn destpêkirin, berdewam dikin. Êzidiyên ku dun di saetên şevê de li ber avahiyên Asayîşa Êzidxanên li Şengal, Sinûnê û Xenasorê li hev kom bûn, peymanê û biryarên ku hatine girtin şermezar kirin.