ENAG, TUÎK’ê derew derxist: Di meha Mijdarê de enflasyon 3.43 zêde bû 2020-12-03 11:52:45   ENQERE - ENAG, hejmara enflasyonê ya meha Mijdarê ku weke 2,30 aşkere kir derew derxist û got: “Eflasyona ji sedî 3,43 zêde bûye û êdî ketiye rewşek daîmî de.”    Koma Lêkolînê ya Enflasyonê (ENAG) ku ji aliyê komek akademîsyen ve hat avakirin, hejmara enflasyonê ya meha Mijdarê aşker kir. Li gorî danayên ENAG’ê, di meha Mijdarê de enflasyon ji sedî 3,43 zêde bû.    ENFLASYON DAÎMÎ BÛYE   Koma ENAG’ê, derbarê hejmarên bihayê rojane tên guhertin de, ev daxuyanî da: “Di mehên Îlon û Cotmehê de yên sala 2020’an de, biha ji sedî 3-61 û ji sedî 2,56 zêde bûn. Di meha Mijdarê ya sala 2020’an de jî ji sedî 3,43 enflasyon zêde bû. Bi vî awayî zêdebûna enflasyonê daîmî bûye.”   ENAG’ê bi vî awayî danayên TUÎK’ê yên enflasyonê derew derxist  û da zanîn ku zêdebûna enflasyonê damîmî bûye.