Ji JinNews’ê çeteleya tundiyê ya mijdarê: 30 jin hatin kuştin 2020-12-03 11:43:56   NAVENDA NÛÇEYAN – JinNews’ê çeteleya tundiyê ya meha mijdarê ku ji nûçeyên çapemeniyê amade kirine, di meha mijdarê de zilaman herî kêm 30 jin kuştin e.   JinNews’ê li ser kuştin û tundiya li ser jinan çeteleya meha mijdarê amade kir. Li gorî nûçeyê; her meh hejmara qetilkirina jinan zêde dibe û rayedarên hukumetê jî dewsa ku li ser polîtikayên bêceazahiştinê bisekinin di bernameyên ku beşdar dibin de têkoşîna jinê hedef digirin. Lê belê jin li dijî hemû zextan îsal jî derketin qadan û li dijî tundiya mêr-dewletê dengê xwe bilind kirin.   Di vê serdema vîrûsa koronayê (Kovîd-19) de kuştina jinan nîvî li malên xwe hatin qetilkirin. Hin jin li cihên karên xwe û hin ji wan jî li ber deriyê edliyeyan hatine qetilkirin.   30 JIN HATIN QETILKIRIN   Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) di meha mijdarê de daxuyand ku di meha mijdarê de 29 jin hatine qetilkirin û 10 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Li gor daneyên me jî vê mehê herî kêm 30 jin ji aliyê nasên xwe ve hatin qetilkirin, 8 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Jineke hat kuştin hîn bersûcê wê nehatiye dîtin û hat xwestin 11 jin jî werin qetilkirin. Herî kêm destdirêjî 6 jinan hatiye kirin û bi destdirêjiyê re rûbirû mane. Darazê jî dev ji polîtîkaya xwe ya bêcezahiştinê berneda.   LI ÎZMÎRÊ 4 JIN HATIN QETILKIRIN   Vê mehê bajarê Îzmîr di nava bajarên herî zêde jin lê hatine qetilkirin de cihê xwe girt. Li Îzmîrê vê mehê 4 jin, li Mêrsînê 2 jin hatin qetilkirin û hat xwestin jinek jî were qetilkirin. Hema hema li her bajarên Tirkiyê jin hatin qetilkirin. Jin jî ji bo xwe biparêzin têdikoşin. Li Bûrsayê Îsmaîl I. xwest hevala xwe Zehra Y. bi sîlehê qetil bike. Zehra Y. a ku bi awayekî birîndar bi tundiyê rûbirû hat hiştin, xwe parast û Îsmaîl I. kuşt.   MÊRÊN BI UNÎFORMA 5 JIN QETIL KIRIN   Dîsa vê mehê mêrên bi unîforma jî jinan qetil kirin. Vê mehê çawişên pispor, berbaz û cerdevanan 5 jin qetil kirin.