Rêya Sêrt û Bedlîsê ji ber erdhejê ji trafîqê re hat girtin 2020-12-03 11:12:38   SÊRT -  Ji ber erdhejê li gundê Ayderê di avahiyan de xesar çêbû. Ji ber perçeyên zinaran ku hilweşiyan ser rêya navbera Sêrt û Bedlîsê rê ji trafîqê re hat girtin.    Piştî erdheja ku bi pîleya 5.1 li navçeya Misircê ya Sêrtê çêbû, li gundê Aynderê yê girêdayî bajaroka Zorqeydê  di avahiyan de xesar çêbûn. Minareya gundê hilweşiya. Hat hînbûn ku xesarên bi heman rengî li gelek gundên navçeyê hene. Ji ber pîleya bilind a erdhejê ji zinarên çiyayan parçe hilwweşiyan ser rêya di navbera Sêrt û Bedlîsê û rê ji trafîqê re hat girtin. Ji bo vekirina rê xebat hat destpêkirin.