Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Em li daxwazên wan xwedî derkevin 2020-12-03 10:49:34   MERSÎN – Dayika Mehmet Erbey ku li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê di koma yekemîn a greva birçîbûnê de cih girtibû, bang li raya giştî kir ku li daxwazên wan xwedî derkevin.    Di 27’ê mijdarê de bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li hemû girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger har destpêkirin. Çalakiya ku hatiye destpêkirin di roja 7’an de bi koma duyemîn didome.  Mehmet Erbey (32) ku li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê di koma yekemîn de ketibû greva birçîbûnê, di sala 2010’an de hatibû girtin û di doza ku jê dihat darizandin de bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” , “propagandaya rêxistinê” û “piştgiriya rêxistinê” 25 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.    ‘RÊBERTIYA ME HEBÛNA ME YE’   Erbey, tevlî çalakiya greva birçîbûnê ku di 8’ê mijdara 2018’an de ji aliyê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ve hatibû destpêkirin jî bûbû û 150 rojan têde mabû. Bi heman daxwazan Erbey careke din ket greva birçîbûnê. Bi Erbey re girtî Atîlla Çoşkûn jî di koma yekemîn de cih girt. Erbey, di 1’ê kanûnê de bi telefonê bi malbata xwe re axivî û derbarê armanca çalakiya wan de ev tişt got: “Heta ku tecrîda li ser rêbertî ranebe em ê çalakiya xweya greva birçîbûnê bidomînin. Çi dikin bila bikin rêbertiya me di dilê me de ye. Nikarin wî bi me bidin jibîrkirin. Rêbertiya me çav, mêjî, dil û hebûna me ye. Em qet rêbertiya xwe ji bîr nekin û dev jê bernedin. Armanca me ji aliyê Tirkiye û dinyayê ve tê zanîn. Em vê zilm û bindestiyê qebûl nakin.”   ‘EM DENGÊ ZAROKÊN XWE BIDIN BIHÎSTIN’   Dayika Erbey Meryem Erbey jî diyar kir ku roja ku çalakî hatiye destpêkirin gardiyana bi ser qawişan de girtiye, amûrên girtiyan ji hev belav kirine û lêgerîn kirine. Dayik Erbey, bi van gotinan bertek nîşanî lêgerînan da û ev tişt got: “Di vê pêvajoya pandemiyê ev çi lêgerînin? Gelo dixwazin zarokên me nexweş bixînin? Heke zarokên me bi vîrûsê bikevin, berpirsyarê vê gardiyan û midurê girtîgehê ye. Em tecrîdê qebûl nakin. Weke dayikek heta ku tecrîd bidome, em ji zarokên xwe re nabêjin dev ji çalakiyê berdin. Zarokên me girêdayî serok, doz û şehîdên xwe ne. Em piştgiriya wan dikin. Bang li hemû malbatan dikin; em li daxwazên zarokên xwe xwedî derkevin û dengê wan bidin bihîstin. Wê azadiya me bi dawîbûna tecrîdê pêk bê. Rêyeke din tuneye.”   MA / Omer Akin