Dozger ji 112’an îxbarê derxist lê nikaribû tu belgeyan bi dest bixe 2020-12-03 09:55:20 EDENE – Hin rêveberên HDP’ê û CHP’ê yên li Edeneyê di destpêka pandemiyê de koliyên alîkariyê belav kiribûn. Li ser gilîkirinekê hatibûn binçavkirin û derbarê wan de bi boneya “agahî, belge û derbirîn” nehatin dîtin biryara dozvenekirinê hat dayîn.   Li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê di destpêka pandemiyê de Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Ceyhanê Seyfettîn Aydemîr, rêveberên HDP’a Ceyhanê Sabrî Dûman, Şahîn Dorak, Ûmût Dorak û endamê Meclîsa Şaredariya Ceyhanê yê CHP’yî Îbrahîm Kocaman bi boneya koliyên alîkariyê li welatiyan belav kiribûn, li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Ceyhanê hatibûn binçavkirin. Derbarê van rêveberên HDP’ê û CHP’ê de bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kirine” lêpirsîn hatibû destpêkirin. Piştî îfade dabûn Miduriyeta Polîsan her 5 kes hatibûn bernda.   Dozgeriyê îdia kiribû ku HDP’yî van koliyên alîkariyê ji endamên PKK’ê yên li Çiyayê Amanosê re dişînin.   DOZGER LI XWE MIKÛR HAT   Dozgeriyê diyar kir ku wan di encama îxbarek di 15’ê gulanê de ji Navenda Banga Lezgîn a 112’an re hatiye kirin derbarê van kesan koliyên alîkariyê belav kirine de biryara binçavkirinê derxistiye.   Dozgerî paşê li xwe mikûr hat û anî ziman ku “agahî, belge û derbirînek” ku dê wan koliyên alîkariyê ji PKK’ê re bişînin nehatiye bi dest xistin. Dozgeriya ku li xwe mikûr hat derbarê her 5 kesan de bi boneya delîl kêm bûne biryara dozvenekirinê ango neşopandinê da.   DÊ GILÎ BIKIN   Hevserokê Rêxistina HDP’a Navçeya Ceyhanê Seyfettîn Aydemîr ku xistibûn ber lêpirsînê wiha got: “Em bi senaryoyek komployu hatin binçavkirin. Medya îqtîdarê me hedef nîşan da. Me wê çaxê jî got teqez ev bûyer ji bo me û şaredariyê ji qewetê bixîne wek kompoloyek pêk hatiye.”   Aydemîr destnîşan kir ku ew ê derbarê kesên wan hedef nîşan dane de gilî bikin.   MA / Hamdullah Kesen