16 caran îşkenceya binçavkirinê 2020-12-03 09:12:12 ŞIRNEX - Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlût a ku 16 carin bi îşkenceya binçavkirinê re rûbirû dimîne, got: "Ligel 16 car binçavkirinê, 50 lêpirsîn derbarê min de hat vekirin. Ev zilm û zordariye. Ew ê bi vê zilma xwe bin bikevin û em ê jî bi siyaseta xwe ya meşrû ser bikevin.  Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, polîsan di 1'ê kanûnê de bi ser malan de girtibûn û Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû ya qeyûm tayînî cihê wê hatibû kirin ku jî, di nav de 23 endam û rêvebirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) binçav kiribûn. Di her operasyonên qirkirina  siyasî yên li navçeyê de jin bi zext û tundiya polîsan re rûbirû dimînin.    Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kûtlû ya ku qeyûm tayînî cihê wê hat kirin jî yek ji van jinane. Kûtlû, 16 carin di operasyonên siyasî de tê binçavkirin û heta niha der heqê wê de 50'î lêpirsîne hatine vekirin. Di he lêpirsîna Kûtlû de, xebatên wê yên siyasî û jinan weke sedem tên nîşandan. Di operasyona dawî ya li navend û navçeyên Şirnexê hat lidarxistin de Kutlu û endama HDP'ê ya Cizîrê Meryem Aşkara ji aliyê polisan ve bi deqeyan hatibûn derpkirin. Kûtlû, operasyona herî  dawî weke ku operasyona 'Hûnê hêza tirkan bibînin' pênase kir.   16 BINÇAV, 50'Î LÊPIRSÎN    Kûtlû, bal kişand ser xebata xwe ya siyasî ya ku 20 salin didomîne û wiha axivî: "Ev nêzî 20 salane ez di siyasetê de bi awayeke çalak cih digirim. Bi salanin di qada jinê de xebatan didim meşandin. Der heqê min de heta niha nêzî 50'î doz hatine vekirin û ev 16 carin têm binçavkirin. Ez salek û nîv jî girtîgehê de mam. Ji van 10 doz ji ber  "Endamtiya rêxistinê" li min hatine vekirin. Dozên din jî bi hinceta propagandayê hatine vekirin. Ji van dozan pîranî jî ji bo ku ez beşdarî xebatên jinan bûme hatine vekirin. Lê ez xebatake meşrû û siyaseteke meşrû dikim. Dixwazin vê xebata min îlegalîze bikin."   'DI NAVA 20 ROJAN DE DÎSA HATIM BINÇAVKIRIN'    Kûtlû, anî ziman ku di her binçavkirinê de bi zext û tundiya polîsan re rûbirû dimîne û wiha bilêv kir: "Heqeretên zeyendperest li min û partiya min dikin. Her tim dibêjin 'Hûn HDP'î  herin siyaseta xwe ya qirêj derveyî welat bimeşînin.' Weke ku em ne welatiyên vê dewletê ne nêzî me dibin. Di her binçavkirinê de tundiya wan a li dijî me heman e û guhertinek tune ye.  Dibe ku bi çekê hîn tiştan li me nedin ferzkirin, lê bi gotinên xwe heman tiştî dikin. Ji min dixwazin ku dest ji siyaseta HDP'ê berdim. Weke ku ez li malê rûnim wê tundiya wan û êrîşên wan bi dawî bibin, nêzî min dibin. Di nava 20 rojan de ez du caran binçav kirim."   'BI KULM Û ÇEKÊN XWE LI MIN DAN'    Kûtlû, da zanîn ku di vê binçavkirina herî dawî de dewletê rûyê xwe yê li dijî jinan bi awayeke şênber nîşan da û wiha behsa dema binçavkirin xwe kir: "Ev kirinên wan kêfa Wezîrê Karê Hûndir tîne. Di parlementoyê de jî tundiya li dijî min kete rojevê. Malbat û cîranên me şahîdê tundiya li min hat kirine. Di serdegirtinê de hemû deriyên me şikandin. Bi zanebûn deriyên me dişkînin. Çawan ku derî şikandin 10 polîsên tîmên taybet ez devdevkî avêtim erdê. 6-7 polîsan ez girtim. Bi kulmên xwe û bi çekên xwe li min xistin. Hevala min Meryem Aşkara li mala me bû, 7-8'an polîsan li wê jî xistin. Qasî ku min qêrîna wê dibihîst ez hêrstir dibûm. Me çi kiribû ku wan ev tişt anî serê me? Derî şikandin û mal serobino kirin. Dolaba me ya kincan şikandin, balîf û doşekên me vekirin. Piştî ku ev tişt hemû kirin, nû gotin 'Were em ê ji te re biryara dozgeriyê bixwînin.' Min jî got 'Ez biryara dozgeriyê guhdar nakim, piştî vê saetê ez vê fermanê qebûl nakim.' Dûre destê min piştve kelepçe kirin û qasî saetekê ez li ser betonê rûniştî hiştim. Ev ne lêgerîn bû, talankirin bû. Çawa ku DAÎŞ dikeve malan talan dike, wisa kirin. Îşkenceya di salên 90'î de hatî kirin vê carê kirin."   'EM Ê SERBIKEVÎN Û EW Ê BINBIKEVIN'    Kûtlû, bi domdarî anî ziman ku ew ê di têkoşîna xwe de gav paşve neavêjin û wiha bi dawî kir: "Di şexsê min de heqeret li vîna  gelê Cizîrê kirin. Ev şerma hiqûq têk çûyiye. Bi vê binçavkirinê xwestin cardin 'Hêza tirkîtiyê' nîşanî min dan. Ji derveyî hiqûqê her tiştek kirin. Li ser vê tundiya ku em kirin de çûne gilî min kirine û rapor girtine. Ka ez dipirsim miroveke ku destê wê girêdayî çawan dibe ku tundiyê li polîsan bike? Zext û êrîşên wan nikarin têkoşîna me bide sekinandin. Dikarin me bikûjina jî. Çimkî mînaka vê ya Dîlek Dogan heye. Ne qanûnên wan heye û jî wîjdana wan heye. Her tiştek bûye hiqûqa AKP'ê. Min ji wan re jî got 'Hûn polîsên AKP'ê ne' Ji min gotin,' Erê em polîsên AKP'ê ne û em êniha te biavêjin hûcreya AKP'ê de.' Ji ber ku AKP nikare siyaseta HDP'ê têk bibe, êrîşên xwe dewam dike. Bi tundiya xwe dixwazin vîna me bişkînin û têkoşîna me bisekinin. Lê çi dibe bila bibe, ewê bi van êrîşên xwe bin bikevin û emê jî serbikevin."   MA / Zeynep Dûrgût