Şengaliyan 'Peymanê Şengalê' bi meşekê şermezar kirin 2020-12-01 16:54:28   NAVENDA NÛÇEYAN – Şengaliyan li ser banga Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, li dijî 'Peymana Şengalê' meşekê li dar xistin û xwestin ku daxwazên wan bên qebûlkirin.    Gelê Şengalê ku li ser banga Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ji şevê din ve li dora navendên asayîşên êzîdxanê yên li navenda Şengal û bajarokên Sinûnê û Xanesorê kom bûne, ji ber ku daxwazên wan ji aliyê rayedarên Hikûmeta Iraqê ve nehatin qebûlkirin, meş lidar xistin. Çalakvan piştî ku heta navenda Şengalê meşiyan, careke din vegeriyan pêşiya asayîşan. Li ser vê yekê di navbera nûnerên şengaliyan rayedarên hikûmetê de careke din hevdîtinan dest pê kir.   Bi berdewamkirina hevdîtinan re girseya ku li ber asayîşan kom bûye sekna xwe didomîne û çalakiyan li dar dixin.