Jinek li Bûrsayê bi gumanbar jiyana xwe ji dest da 2020-12-01 16:54:03   BÛRSA – Li Bûrsayê Nûray E. li mala hevalê xwe Yûsûf A. Bi awayek gumanbar jiyana xwe ji dest da.   Li Bûrsayê Nûray E. ya ku li mala hevalê xwe Yûsûf A. bû bi awayek gumanbar jiyana xwe ji dest da. Yûsûf A. li polîsan geriya û ji wan re ragihand ku Nûray E. “ji ser hişê xwe çûye.”   Tîmên polîsan û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin û tîma tenduristiyê eşkere kir ku Nûray E. jiyana xwe ji dest daye.   Têkildarî bûyerê Yûsûf A. hat binçavkirin.