Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê: Em ê têkoşîna xwe dewam bikin 2020-12-01 16:23:37   ŞIRNEX - Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê, derbarê operasyona binçavkirinê ku serê sibehê yên li dijî endam û rêveberên xwe, bi daxuyaniyek şermezar kir û got: "Em ê têkoşîna xwe dewam bikin."      Polîsan îro serê sibê li navend û navçeyên Cizîr, Hezex, Silopî, Qilabanû Elkê yên Şirnexê, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriyê ya Komarê ya Şirnexê bi rêve bir de, bi ser malan de girtin û 21 endam û rêvebirên HDP, DBP û KCD'ê binçav kirin. Hat hînbûn derbarê dosyaya kesên ku hatin binçavkirin de, biryara nepeniyê û 4 roj dirêjkirina binçavkirinê hatiye dayîn.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê, derbarê operasyona binçavkirinên serê sibê de, li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê û binçavkirinên endam û rêveberên xwe şermezar kir. Di daxuyaniyê de pankarta “Operasyonên Siyasî wê têkoşîna me mezin bikin"  hat vekirin. Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş, aktivîstên TJA'yê, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyan, beşadarî daxuyaniyê bûn.     'TU KES NIKARE MEŞA ME BIDE SEKINANDIN'    Daxuyanî ji aliyê  Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Sabahattîn Denîz ve hat xwendin. Denîz, diyar kir ku ew ê li dijî serdegirtin û êrîşan heta dawiyê tebikoşin û wiha got: "Ev nêzî 5 salin li dijî partiya me bi awayeke organîze êrîş pêk tên. Lê li dijî van êrîşan em weke HDP, KCD, ESP û DBP'ê bihêztir dibin. Em xebatên xwe xurtir didomînin. Bi wê hêza ku em ji gelê xwe distînin, em ber bi pêşerojê ve dimeşin. Tu kes nikare vê meşa me bide sekinandin. Desthilatdariya ku her roj êrîşî me dike, roj bi roj bêhêz dibe."    Denîz, di berdewamiya axaftina xwe de, wiha bilêv kir: "Em vê neheqiyê û bêhiquqiyê şermezar dikin û qebûl nakin. Divê hevalên me bi lez bên berdan. Heta ku HDP hebe, wê daxwaza edelet, demokrasî û azadiyê bike. Em ê her tim li dijî êrîşan serî hildin."   'AKP'Ê MEŞRUYETA XWE WENDA KIRIYE'   Piştre parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş axivî. Ozgûneş jî, bal kişand ser binçavkirinan û wiha "Îro serê sibehê, deriyên hevalên me şikandin û binçav kirin. Em van binçavkirinan qebûl nakin û şermezar dikin. Hevalên me Berîvan Kutlu û Meryem Aşkara bi hinceta polîs derpkirine hatine binçavkirin. Gelo tiştek wiha pêkane? Kê kî derp kiriye? Hevalê me Faîk Dursun jî nexweşê penceşerê ye. Rapora wî heye û nikare dibin çavan de bimîne. Ev 21 hevalên me di dosyaya KCD'ê de hatin binçavkirin. KCD saziyeke ekolojî, jin û ciwana ye. Dewlet vê saziyê baş nas dike. Xebatên vê saziyê aşkere ne. Di dema pêvajoya mûzakereyê de Serokê berê yê Parlementoyê Cemîl Çîçek ji vê saziyê re name şandiye û der barê pêvajoyê de nêrînên vê saziyê girtine. Niha dixwazin bi van operasyonan KCD'ê îlegalîze bikin. Ev qutbûna AKP û MHP'ê nîşanî me dide. AKP'ê meşruyeta xwe winda kiriye. Hevalên me xebatkarên partiyê ne. Em dizanin ku serkeftin ya me ye, serkeftin a gelê me ye."    Daxuyanî bi dirûşmeya " Bijî berxwedana HDP'ê" bi dawî bû.