Rêxistinên ciwanan: Em ê serî ji terora girtinê re netewînin 2020-12-01 16:00:32   EQNERE – Rêxistinên ciwanan ên Enqerê, bertek nîşanî girtina Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Nevroz Gulen dan û gotin ku wê serî ji terora girtinê netewînin.    Rêxistinên ciwanan ên Enqerê, derberê girtina Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Nevroz Gulen de li Şaxa SES’ê ya Enqereyê civîneke li dar xistin. Di civînê de pankarta “Wê ciwan serî ji terora girtinê re netewînin, ji Newroz Gulen re azadî” hat daleqandin. Li ser navê rêxistinan Selîm Dogan daxuyaniya ku hatibû amade kirin xwend û bertek nîşanî girtina Gulen da.    ‘BERXWEDAN JİYANÊ’   Dogan, destnîşan kir ku bi taybetî polis li Enqerê têkoşîna ciwanan ji xwe re dikin hedef û wiha got: “Ji bo tirsandina ciwanan serî li ser rêyî didin. Dixwazin têkoşîna yekbûyî ya ciwanan asteng bikin. Heta îro we gelek caran em binçav kirin, girtin. Lê em paşde gav navêjin. Bi mehan e hûn sîxurtiyê li herkesî ferz dikin. Yek ji me jî ji we re çok neşikand. Wê têkoşîna yekbûyî mezintir bibe. Weke rêxistinên ciwanan ên li Enqereyê em bi ciwanên HDP û HDK’ê re ne. Hûn nikarin şoreşgeran bi binçavkirin û girtina bitepisînin, hûn ê winda bikin. Hevala me Newroz heta ku hat girtin jî got, ‘Berxwedan Jiyan e’. Bijî têkoşîna me ya yekbûyî.”